Tenduristî

Ekolojî

Perwerde

Av

Alîkariya Bilez

Em ji bo dîsa avakirinê alîkariya bajarê xwe yê dost Dêrikê dikin!

12.12.2023

Tirkiye binesaziya sîvîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike – em ji bo dîsa avakirinê alîkariya bajarê xwe yê dost Dêrikê dikin!

Ji serê meha Cotmehê ve artêsa tirk binesaziya sîvîl a li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Parçeyeke mezin a binesaziya herêmê zirarê dîtiye: Xizmetguzariya av û enerjiyê, nexwesxane û dibistan, qadên petrolê, fabrîke û depoyên qût û berhemên çandiniyê. Santrala karebayê ya li derdora Dêrikê, ku di sala 2022an de carekê hatibû rûxandin û beriya çendeyekê dîsa hatibû avakirin, careke din hate rûxandin. Nistecihên Dêrik û gundewarên Dêrikê careke din bê av û kareba man. Nexwesxaneya Koronayê ya li Dêrikê, wekî ku li ser wêneyê xuya ye, bi gistî hatiye rûxandin. Akademiya Asayîsê (Hêzên Ewlekariya Herêmê) hat bombekirin û 29 endamên Asayîsê hatin kustin, 26 hatin birîndarkirin. Asayîs li seytereyên li destpêka bajêr seyareyan kontrol dikin, da ku pêsî li êrîs û êrîskarên Daisê bigirin û endamên asayîsê di dema êrîsan de li akademiyê perwerdehiya têkosîna li dijî hisbiran didît.

Bixwîne

Encumenan a Navçeya Berlin /Friedrichshain-Kreuzberg

14.11.2023

Download

Meclîsa Encumenan a Navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê di civîna xwe di 18.10.2023ê de encamnameyekê di derbarê „şermezarkirina êrîşên ji nû ve yên li dijî binesaziya sivîl li herêma bajarê me yê dost Dêrikê“ (DS/0911/VI) derxist, ku ez dixwazim di derbarê vê yekê we agahdar bikim.

Wergera Encamnamyê ya bi riya Komeleya Dostaniya Bajaran pêk hatiye ev e:

Mijar.: Vermezarkirina êrîşên ji nû ve yên li dijî binesaziya sivîl li herêma bajarê me yê dost Dêrika li Bakurê Sûriyeyê

  1. Meclîsa Encumenan a Navçeya (BVV) Friedrichshain-Kreuzberg êrî ên li dijî mafên gelan ên li dijî mirovên sîvîl û binesaziya sîvîl ên li bajarê me yê dost Dêrikê ya li bkurê Sûriyeyê ermezar dike.

Em li hemberî rûxandina bi gi tî ya Nexwe xaneya Covid-19 a bi riya balafirên er ên dewleta Tirk radibin, ku ev nexwe xane her wisa ji aliyê Nexwe xaneya Mobîl ve dihat bikaranîn, ku ev yek ji aliyê Komeleya Dostaniya Bajaran û Weqfa Jina Azad WJASê dihat birêvebirin.

Bixwîne

Daxuyaniya Çapemeniyê: Dostaniya bajaran ji bo asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya firîna balafiran li dijî Tirkiyeyê daxwaz dike

10.10.2023

Download

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Tirkiye binesaziya bajarê me yê dost Dêrikê/Al Malikiya bombe dike

Dostaniya bajaran ji bo asîmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya firîna balafiran li dijî Tirkiyeyê

daxwaz dike

Komeleya Dostaniya Bajaran a Friedrichshain-Kreuzberg – Dêrikê ruxandina binesaziya debara jiyanî ya sîvîl a li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) ya bi riya balafirên şer û dronên Tirkiyeyê, bi tundî şermezar dike.

Roja pêncşemê, di 05.10.2023an de bi riya êrîşeke hewayî nexweşxaneyeke Covid-19ê ya li bajarê Dêrikê bi giştî hat ruxandin.

Bixwîne

Konsera Piştgiriyê ya Otto Sinfoniker ji bo Dêrikê

09.04.2023

Her sal di biharê de, Otto Sinfoniker di rojên Şemî û Yekşemê de konseran dide. Ew van dahatûyên, ku bi riya konserên roja Yekşemê bi dest dikevin, didin proje yan jî komeleyan. Wan vê carê bi konsera xwe ya roja Yekşemê ya di 26ê Adara 2023an de ya li Dêra Emmaus a Berlin-Kreuzbergê, piştgirî da xebata Komeleya Dostaniya Bajaran a Friedrichshain-Kreuzberg - Dêrikê.

Cîgirê şaredara navçeyê Oliver Nöll jî di destpêka konserê de li ser navê Şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê axivî û balê kişand ser girîngiya vê orkestrayê. Di berdewamiya axaftina xwe de wî rewşa xirab a bajarê me yê dost Dêrikê anî ziman, ku bi taybet piştî êrîşên dubare yên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û ji ber bandora erdheja meha Sibatê dijwartir bûye.

Bixwîne